Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hacî Qadirê Koyî

Hacî Qadirê Koyî

2 görüntülenme 0 beğeni
Le meydanî behara şarekey Ko Qubey kîşmîrî da ber şeq weku go Le mabeynî Kekon û Heybesulltan Nisêy êware û sayey sibeynan Le lam zîllî huma ye çetrî senber çi cayê sêberî ser û sinewber Beharî bo gull û bo mîwe payîz Nezîrî ger billêm nabê be cayîz Be rengî asman tamî nebat e Be safî kewser û awî heyat e Nimûney cennet e şîwî rezanî Beharî şam e eyyamî xezanî Gullî hacîlekanî deştî Hamûn Nekey bîdey be nergiscarrî gerdûn Le ser kêwan gullûk û laley sûr Yedî beyzay Mûsa ye le ser Tûr Le xunçey new demîdey bax û raxî Dellêy gerdûn e hellgîrsa çiraxî Demawendîş be nîsbet şaxî ême Beharî çeşmesarî wişk e, dêm e Le rêgay Ewrupayî gerçî westan Le teswîrî weku ker pakî westan Le kin Bîtwênî ême deştî Lacan Weku rêy Bane ye, hewrazî Cêcan Ehalî Rostem in weqtî şeca’et Le Hatem zêtir in weqtî sexawet Kurrî xîlman e, kiçyan ‘eynî hûrî Nezer baz in welêkîn dûrbedûrî Be nîsbet ‘îsmetî mêrdî le gell jin Eqalîmî tir in ser sorî bê bin Musafîrperwer û yarî xerîb in Ewan in wa le her ‘eybê berî bin Le dîndarî feqêyan wek çîya ye Melay bo gencî dîn Hacî qella ye Meken men’im hemûy rast e meqalem Be burhan û hedîsî fexrî ‘alem Weten mehbûbeyêk e hucre arayî Nîşaney dîn û îman e temennayî Le Adem bigre ta dewranî êsta Yekêk e Hacî lew xake hellista Ke xemxwarî bika bo mîlletî xoy Le beynî gewrekan û şêxî bêpoy Zemane tûşî derd û xurbetî kird Xemî Koyê perêşanî hemûy kird Be qeddî awegird e derdî dûrî Nezîrî êçqella ye bê hizûrî Dû axay mawe wek bîstûme exbar Emîn Axa û Hem Axey sahîbî kar Emîn û piştîwanî qesrî mîllet Nîgehbanî xezîney dîn û dewllet Le dinya da îlahî her bimênin Biney bêîttîfaqî hellqenênin Le qoç paşawe ta êsta emîrêk Le Koy peyda neybû yaxud wezîrêk Le ber bêêttîhadî bûne miskên Le axîr da weku zanîwme helldên Le mabeynî killawsûr û killawrreş Perêşan û dîyar in mîslî gay beş Le ber em natebayî û kînecoyî Le lay romî zelîl in merdî koyî Weku bîstûme ey yarî nîkopey Le te’rîxî Cem û Eskender û Key Be şîr û xame dewllet payedar e Emin xamem heye, şîr nadîyar e Ne beydaxî heye ne tepill û kûsî Emendey pê kira bêçarenûsî Wezîfey xom be cê hêna temamî Be şîr û dewllete mîllet nîzamî Ewa xoy kirde mehdî Hacî Qadir Ne Nadir şay heye û ne şahî nadir

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hacî Qadirê Koyî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz