Le gawan û şiwanî kurdekan yek
Bes e bo leşkirî sed kerre dû lek
Fîday cutyartan bê Hatemî Tey
Be qurbanî sepantan alî Bermek
Mirîşkî êwe seyyadî şehên e
Le kin ‘enqa firrûce hacîleklek
şiwanî mêgelî kurdan le şerr da
Weku qessab e, duşmin mêgelî şek
Le ber hîzebixoyî û natebayî
Le jêrî hîzî hîzan bûyne doşek
Heta wek agirî bin ka n le gell yek
Eger tofan bê leşkirtan be pûşek
Le giwêy ga nustûn boyêke rêwî
Le ser êwe weha şêrgîr e wek seg
Selahî êwe êstake sîlah e
Tema’î gewrey bêçek neken nek
Kirawe întîcabî wişke sufî
Le dîwanî kerî bê nuqtey şek
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Hacî Qadirê Koyî şiirlerine dön