Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hacî Qadirê Koyî

Hacî Qadirê Koyî

2 görüntülenme 0 beğeni
Kurdekî koyî kewtewe yadim Pêm gut: Aya çi lon e ustadim Weku bîstî be mîslî hewrî behar Hate giryan û pêy gutim: Ey yar ‘Alîmî çakman hemû fewtan Ehlî fetwa musafîrî mewtan Takî Qur’an bixûndirê be seda Rezîye llahu ‘eleyhîm ebeda Ewî mawin le lêwî kendall in Cahîl û bêwiqûf û mindall in Nîye îbnî l Esîrê bête keman Berdî îbnî l Hîcr bikate nîşan Pak be enwarî ‘alîm in muhtac Bêdelîl e emêstekê mînhac Kes nemawe be xeyrî kam Ehmed şeyxî me’rûf û ‘alîmî erşed çak e êsta deka le bo kurdan Tercemey şer’ û ayetî Qur’an Waqîyene xizmetî le bo Xuwa ye çi debû ger be kurdî nebiwaye Her ke way gut weha mukedder bûm Wam dezanî ke wa le dîn derçûm Gutim: Êstaş le ser kerî mawî ça bû mistim neda le nêw çawî Kurdî axir billê çî ye ‘eybî Her kelamî heq e nîye ‘eybî Lefzî kurdî billaw nebû gird bû Wa le mabeynî ême da tê çû Le fesahet bila mu’erra bê çi qîyamet! Be ermenîş nabê Be zubanî keç û xetî xwarî Be cerîde û kitêbî xellwarî çûne rîzî mu’ezzematî mîlel Weqt e xoyan hîsab biken be duwel Ya le gell farisî çi ferqî heye Bo çî ew rast e, bo çî em keçe ye Ba wicûdî eger bikey dîqqet Tê degen kam le kamî ye sîrqet çunke ême qedîmitir în le ewan Be tewarîxî cumley edyan Axir em ‘eqlleyan hebû boyê Ger Suleymanî ye we ya Koyê Bûne ustadî farisî û tazî Na geyiştin be fexrekey Razî çunke sermaye mallî xellqî bû Weqtê mirdin hemû be hîç derçû Eme me’lûmî ‘aqill e û mindall Nîye ‘eybî munaqeşey emsal Wek mirîşkê ke ‘eqllî neyhênê Bêt û hêlkey mirawî hellbênê Wek bigate kenarî cogeleyek Nayete şiwênî, bimirê, cocelleyek Cêy eme wişk e, cêy ewî aw e Tê dega qînig dirranî pê mawe

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hacî Qadirê Koyî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz