Ke tofanî siruşkim kewte xewxa,
Be meh mahî gutî: Ya hafîz Ella
Emin ‘enqatir im boçî zebûn im
Le lam wek qaf e barî tenkî Esma
Dezanin min ke bê dar û diyar im
Segî mecnûn im û xemxwarî Leyla
Le dinya her kesê meqsudî îşq e
Bika wek min be kullî terkî dinya
Ke dayhêna û hellî naçawî mestî
Rewan fîda dekem dill çakî hêna
Felatûn to dellêy dinya qedîm e
Le ximxanet binên wek xot le xim na
Edî boçî zemînîş bote gerdûn
Le seylî eşkî tundî bê muhaba
Musillmanan suxen serbest e ta key?
Le dest ew kafirî bêdînî tersa
Le herdû lawe zullfî kewte gerden
Ne lem la derdeçê Hacî ne lew la
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Hacî Qadirê Koyî şiirlerine dön