Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hacî Qadirê Koyî

Hacî Qadirê Koyî

2 görüntülenme 0 beğeni
Hakim û mîrekanî Kurdistan Her le Botanewe heta Baban Yek be yek hafîzî şerî’et bûn Seyyidî qewm û şêxî mîllet bûn Seyyid û şêxekan le tirsî ewan Munzewî bûn û zakîrî rehman Her ke fewtan rîyay ewan derkewt Seyrî çon bûne pûş û agir û newt Yekê lem lawe rû dekate ‘ecem Dû le ew lawe debine dujminî hem Dû hezar fesad kira lem la Bûne qatîl ewanî tir lew la Yek be yek bûne naîbî Hemewend Sahîbî Martîn û marî gezend Mîlletîş hênd ker in weku caran Destyan maç deken dellên qurban Ger le sehra mela nemirdaye Gurgeşîn ba kerî bixwardaye şêrî dirrunde wek le bêşe nema Gurg û mam rêwî dêne reqs û sema Min le xemxwarî em qisane dekem Werine peşme le lam hemû ‘alem Em qisey êste ‘eybî lê degirin Ew demeş dê ke êwe boy demirin Em be ew, ew be em dellê kake Seyrî qanûnî Hacî çend çak e! Her çi lonê îşaretî fermû, Wek keramet hemûy weha derçû

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hacî Qadirê Koyî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz