Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hacî Qadirê Koyî

Hacî Qadirê Koyî

2 görüntülenme 0 beğeni
Gutim be bextî xewallû bese etûbî Xuda Le xew helliste zemanê biçînewe ew la Gurrey beharî ye êstêke şax û daxî willat Pirr e le lalewî nesrîn û nergsî şehla Le girmegirmî sehab û le hajey baran çîya ye pirr le herwa û niwall e pirr le seda Pirr e le seyl û le golla û kanî rûy zemîn Pirr e le berq û birîqey birûske cewî sema şkofe dirhemî şabaşî bayî we’de deka Le şewqî meqdemî xemllîwe dar û berdî çîya Pîyalleyî zerrî nergis le ser kefî sîmîn Pirr e le şebnimî wek durr û lu’lu’î lala Gullîş bî penceyî feyrûz e camî yaqûtî Lebo nîsarî muhayya ye pirr le zerrî tella Le şadî wek sefî şayî le kêwî kej ezhar Heja be xel’etî gulgûn û kewte reqs û sema çemen le lale mîsalî xetî ruxî dulber Sîyah çadirî lê bote xallî ser gona Le kin binewşe û xaw û hellall û beybûnî Hellallî pêsteyî xaw e ‘ebîr û muşkî xeta çîya le tewqe serî darrijawe ta kemerî çu zulfî sunbulî derhem, çu perçemî berreza Be coşî agirî gullnarî kanî helldequllê Mîsalî dîdeyî Wamîq le hesretî ‘Ezra Qellatî zîwî ruxawe heres be topî nesîm Supahî lale û gull çadirî le cê hellda Le goleşînê ke qaz û mirawî dên û deçin Nezîrî mah û sitare n le qulzumî mîna şiney nesîm e seday awî safî ser qellbez Be wirşewirşî giya şengebî buwe şeyda Xirîng û horrî qullîng û qetarî sî le seran Deyêt û kew defirrêt û şehîn çirîke deka Le pîrepîr û le simkollî pîrega kêwî Delerzê gawî zemîn û detirsê gawî sema Le deng û dûkellî şînî tifengî nîçîrewan Mîsalî sunbulî zullfî ke têk biçê be seba çîya ye şêx û keway sewz e, mêzerî befir e Sîwakî çûzere rêwas e, teylesanî gella çemen le lale û reyhan û nestere n îmrro Supîhr û subh û şew e û aftabî wextî zuha çinar û ‘er’er e defzen hezar e nexmeseray Gîyaşî zakîr e tesbîhî şebnimî lemla Le jûrî mêgelî hewr e, le jêrî mêgelî merr şebîhî gulşenî xezra ye tûdeyî xebra Le kêw û kej ke ser êware dêtewe mallat Le dewrî çadirî sahêbî mewcî da westa Le hîlehîlî kehêl û le barrebarrî merran Le dengî qurreyî gacût û burreyî manga Le gurgelûr û hepey seg, le qarreqarrî bizin Le ‘eksî dengî dûbarey ke dêtewe le çiya Le oheohey gawan û qîrreqîrrî şiwan Le bigre-berdey kaban debête heşr û hela Mela’îkey serî taq û rewaqî mînayî Debête cunbuş û lerzîn, dekewne hewlewela Ke hellkira şewê agirî le kullî reşmallek Xicil debin le zewayay xeymeyî wala ‘Utarîd û zuhel û aftab û mahî temam Xulase sabît û seyyare ta degate suha Seba dezanî jiyanim le dûrîyan merg e Desa were be kizey xot xicil bike îsa Eger min im le fîraqyan kizem le cergewe dê Eger dill e weku cergim dellêy ewa sûta Le paşî em hemû dastane bextî xwab alûd Mîsalî ejderî nûstû be riq le xew hesta Cewabî damewe emma cewabekî wa req Nema mecalî meqal û mubahese lem la Gutî hetaku xezan û behar û zistan e Medarî eyşî mewalîdî ‘alemî xebra Beharî wa hemû sallêkî dêtewe emma Ewanî deçine diyarî memalîkî ‘uqba Yekêkî nayetewe; çûnyan her ew çûn e Le şêx û ‘alîm û cahîl, le padşah û geda Mekan e, şewqî be ‘êlat e, peşme kone hewar Heyat e zewqî beehbab e, baye ab û hewa Rifîqî kone nemawin, ciwanekan pîr in Be şeq derron û le darî diyar e şeqqî ‘esa Le dûsedî yekekî zehmet e binasîyewe Meger be naw û nîşan û be xizm û bab û bira Ke bêyî û biçiyewe êsta ke’ennehu dîsan Sefer dekey le weten deçiye şarî Cabulqa Xulasey qise êstêke mesllehet eme ye Billêy be wechî nesîhet, be kaxez û înşa Eman kurranî refîq û biraderanî willat Be êwe her ke geyî em kelamî bî serûpa Le paş ewey ke tesîhe û mutalle’ey bikrê Be yadî min le berî ken le rûy mîhr û wefa Heta le xîttey bêgane fexrî pêwe bikem Le beynî zumrey ehya û mecme’î mewta Winî meken weku asarî Nalî û Kurdî Le sehwî dîde bipoşin, guzer biken le xeta Nîye le mumkînî îmkan xeta û sehwî nebê Be xeyrî xwacey dîwanî ‘ellemel esma Ewî hesûd û cehûl in, leîm û rexnegir in Le ‘eyb û rexney ‘alîm berî debin udeba Emane zadey efkar û xoşewîstî min in Eger qebîh û kerîh in, eger şel û e’ma Mîsalî ferxey jîşk ke pêy dellê daykî îlahî qaqum e ya xez, semûre ya dîba şebîhî colle ke razî nebê be serdirî xoy Mellên fesahetî kurdî be farisî naga Belaxetêkî heye, hîç zubanê naygatê Le bê te’essubî kurdane bê rewac û beha Ke xotî tê negeyênî, le nîktekanî negey Dellêy hemûy hezeyan e, Xuda bellay lê da Bellam ewanî ke serrafî zêrr û zîwî qisen Be şehrewayî dezanin, çi sikkeyêke rewa çi hîkmetêk e ke asarî kurd e namûsî Ne kîmîyaye ne ‘enqa le beynî ême nema îlahî neyxeye ber çengî mendebûrî leîm Niqûdî Hacî ke neydîwe Xusrew û Dara Umêdî wa ye nesîbî kerîmekî wa bê Be xêrî daykî û babî le rêy xu da bîba Gelê qisem le dilla bû, hîkayetim mabû Keçî le bextî keçim xame nûkî lêre şka

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hacî Qadirê Koyî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz