Ger xellqî cîhan yeksere feryadresim bê
Wellahî mepundar be xeyrî to kesim bê
Wa sozî dillim agirî berdawete cerigim
Toqîwe henaseş nefesêk hem nefesim bê
Murxî seherim ball û perrî wehşetî rêgey
Hestan û firrînim yek e çerxîş qefesim bê
Nadem be hemû mullkî Suleymanî zemane,
Lem ‘aleme rûtî çî ye her ga hewesim bê
Her şew be dizî nexme le ser sîdre dekêşim
Ba sabît û seyyarey gerdûn ‘esesim bê
Hacî ke nîgarim seferî kird û nemirdim
‘Eybim meke wek hatuwe em şerme besim bê
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Hacî Qadirê Koyî şiirlerine dön