Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Hacî Qadirê Koyî

Hacî Qadirê Koyî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ew roje be emrî heyyî mennan Em ‘aleme pakî bû be tofan Deyyarî nema le cînsî zî rûh Xeyrî eme hate keştîy Nûh Ew roje geyişte weqtî me’hûd Westawe le ser çîyayekey Cûd Her sê kurrî kirdiyane mesken Ew cê û mekane mîslî gullşen Êstake Cizîre bê muhaba Me’mûrey ewwel e le dunya Ewlay sehîhan be burhan Kurd in le mekanî ceddî xoyan Sukkanî bîladî rub’î meskûn Bilcumle le mane munşe’îb bûn Bêtefirete bûn mutî’ û hem deng Hem meşreb û hem lîbas û hem reng Ayîn û mezahîb û resaîl Wa kirdiye fîrqe û qebaîl Wek xellqî neçûne mullkî edna Cêy bawkî xoyan kirde me’wa Arê be hedîs û nessî Quran Hubbî weten e delîlî îman Hadîs nîye, esl e giftûgoyan Mewrûs e le dewrî ceddî xoyan Êstake ke wa cema’etî wan Esl in be neseb kerîm û şuc’an Munqadî ‘ecem, mutî’î rom in Mehkûmî xerat û hîz û dom in Teqsîrî ewan nîye emane Hergîz be te’eccubî mezane Resmêkî qedîm e dewrî gerdûn Xesmî nuceba ye, hemdemî dûn Hacî eminîş mîsalî kurdan Kewtûme kemendî nefs û şeytan Lem hebs û kemende fîkrî derçûn Mumkîn nîye, min yek im ewan dû n Mewqûf e be rostemî ‘înayet Muhtac e be hîmmet û hîdayet Derçem le esîrî mîslî bêjen Rahî bû be quwetî tehemten Ey bê bedel û şerîk û tenha Ma e’zeme şe’nuke te’ala Te’yîn bike rostemî dîrayet Tewsen bide xusrewî ‘înayet Ta kurd û emin le destî dûnan Derçîn, her etoy rehîm û rehman

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Hacî Qadirê Koyî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz