Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ebdulla Peşêw

Ebdulla Peşêw

2 görüntülenme 0 beğeni
Xatûnekem! Bîstûte asman çend dûre? Min barteqay dûrî asman Xoşim dewêy! Bîstûte derya çend qûle? Be qed qûlî gişt deryakan Xoşim dewêy! Giyanekem, to nûsrawêkî Dêrrit be qed talî perçem Min çiwar sale detxwênimewe çend balî bîrim lêk dedem Ne têr debim, ne têt degem Zor detirsim Le naw dêrrî şiîrekanma şar bitnasê Kamîrey çawî mergewer Wênet bigrê û hellîwasê Zor detirsim Ger bitnasin, pencekanim hellwerênin şabiskî toş bisûtênin Belam hêşta min derbest nîm Herçîm dîwe Herçîm bo çawit nûsîwe Nayşarimewe! Ta çok bida le derûnta dêwî guman Ta gewre û biçûk bizanin Xoşim dewêy .... Xoşim dewêy sed barteqay dûrî asman. Kurmancî: Xatûna min ! te bihîstiye ku esman çend dûr e? Ez bi qasî dûriya esman ji te hez dikim! Te bihîstiye ku derya çend kûr e? Bi temetî tev deryayan ji te hez dikim! Cana min, tu nivîsek î, rêzikên te bi qasî davên porê te dirêj in û çar sal in ku te dixwînim, baskên hiş û bîrên min dilivînî, ne ji te têr dibim, ne di te digihim. Pir ditirsim ku di nav rêzikên helbestên min de xelk te binase, kamerayên çavên bikuj wêneyên te bigirin û daliqînin. Gelek ditirsim ku ger te binasin, dê tiliyên min jê kin, şahbiskên te jî bişewtinîn. Lê niha guh nadimê: min çi dîtibe, çi ji çavên te re nivîsîbe, venaşêrim! Ta ku çok bide di dilê te de dêwê gumanan, ta ku biçûk û mezin bizanin: ji te hez dikim, ji te hez dikim sed car bi qasî dûriya esmanan!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ebdulla Peşêw şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz