Harey F şazdem degate ber giwê
Lirfey agirî zarkî dozex û bonî dûkel dê
Heşta milyon çaw rûwew Rojava
Çawerêy xor in, lewê we heldê
Hîway caranim be mezadxaney mafî mirov bû
Denawirimewe bête hîmdadim
Deyanpirsî: "Kêy?"
Demgut: "Çiyay min bû penay Nûhî da, min qed û çilî darberûy Mad im…"
Belam, lemew la,
Eger bipirsin le reçelek û binc û binyadim,
Ser bilind dekem,
Delêm: "hawxwênî pilingekanî Efrîn-grad im."
Kurmancî:
Gurmegurma F16an tê ber guhê min
Gurra agirê devê dojehê û bêhna dûkelê tê
Heştê milyon çav berê wan li Rojava ye
Li hêviya rojê ne, ji wir hiltê
Hêviya min a berê bi mezadxaneya mafên mirovan bû
Li ber digerim da bête hawara min
Dipirsîn: "Tu kî yî?"
Min digot: "Çiyayê min bû ku bû star bo Nûh, ez bejn û şaxên darberûyên Medan im…"
Lê, jê û pê ve,
Eger hûn kok û binc û binyada min bipirsin,
Ser bilind dikim,
Dibêjim: "Hevxwînê pilingên Efrîn-gradê me."
Kurmancîkirin: Mewlûd Oguz û Eyib Subaşi
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Ebdulla Peşêw şiirlerine dön