Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ebdulla Peşêw

Ebdulla Peşêw

2 görüntülenme 0 beğeni
Eger hatî, tenya were Ew barane pestim eka Ke reşebay legela bê Pest debim Bew gulle genimey Legel jenga penceyan têk helkêşa bê Ey baranî sallî nehat Eger hatî, tenya were Bê reşeba û bêdeng were Ey gulle genimî zêr kiftim Eger hatî bê jeng were Herwek le naw dilma tenyay Serînekem bo dû kese Dû kursî tamezrom heye Dû piyalleşim heye bo çay Eger hatî, bêdeng were Ew hatine pestim eka Ke giryanî legel da bê Pest ebim bew çeme şêtey legel berd da Henaseyan têkell bû bê Ey rûbarî bê kenarim Eger hatî, hêmin were Bê şepol û gêjeng were Ey daristanî qij sewzim Eger hatî, be dill were Her wek le çawma be dill hey Serînekem bo dû kese Dû kursî tamezrom heye Dû piyalleşim heye bo çay Kurmancî: Wê baranê min qels dike Ku bahozê pê re heye Qels dibim Bi wê gulgenima Ku bi jengê re tilîawêzan bûye Ey barana sala nehat Eger hatî, tenha were Bê bahoz û bê deng were Ey gulgenma zêrgonî Eger hatî, bê jeng were Weku di dilê min de tenha yî Balgiyê min bo du kes in Du kursiyên hesretî yên min hene Û du îstîkanên min jî hene bo çayê Eger hatî, bê deng were Wê hatinê min qels dike Ku girînê pê re heye Qels dibim bi wê çemê dînikî Ku bi kevirê re behnawêzan bûye Ey çemê bê kenarê min Eger hatî, aram were Bê pêl û bê jeng were Ey daristana por kesk Eger hatî, bi dil were Weku di çavên min de bi dil heyî Balgîyê min bo du kes in Du kursiyên hesretî yên min hene Û du îstîkanên min jî hene bo çayê Ji Soranî: Qendîl Şeyxbizînî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ebdulla Peşêw şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz