Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ebdulla Peşêw

Ebdulla Peşêw

2 görüntülenme 0 beğeni
Kê kirryar e? Herçîm heye, hemûy tallanfiroş dekem: Kê kirryar e? Dey, werine pêş! Fermûn: Eme kalaney çaw, birrbirrey pişt û kaseser, kilawî Kerîm Xanî Zend, şîr û zirrêy Selaheddîn, mêjûy lingeuqûçî bêber, yeke yeke bendekanî peymanî morfînî Sîver, dendekanî niyandirtallî pîre eşkewtî şaneder! kalaney çaw: palîkên çavî. birrbirrey pişt: karîteya piştê; stûnka piştê; derzika piştê. kaseser: kiloxê serî; qoqê serî. killaw: kum. şîr: şûr. zirê: zirx. dende: masûlk; perasû; zîperr; zeblek, pîreeşkewt: şikefta pîr; ew bi navê şikefta şanederê navdar e, ku tê de hestiyên mirovê Niyandirtalî dîtin. 2 Kê kirryar e? Herçîm heye, hemûy tallanfiroş dekem: Suwallet û ateşkede, dîwanseray şahekanman be binçîne û binyadewe, berdenûs û nexş û nîgar be text û tacî Madewe … Mezad … mezad … herçîm heye, hemûy mezad … be perçeyek perroy sade, ke hellbikirê û bişnêtewe li ser bistêk zewî azad! Mezad … mezad … herçîm heye … hemûy mezad! suwallet: alavên kevn û qîmetdar. ateşkede: agirdank, li peristgeha Zerdeştiyan. binçîne û binyad: bingeh û esas. berdenûs: kevirên (berên) li ser nivîsandî. perro: paç. helbikirê: bê rakirin, bişnêtewe: bimilmile. bistêk: bihostek. Sîver: di peymana Sewrê de çend bend hebûn ku behsa projeya dewleteke Kurdî dikirin.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ebdulla Peşêw şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz