Ho Ceneral (General)
Wek ejdîha radeçlekên
Tore û har û kerriyan kirdûm
Ho Ceneral
Naw û şêwet
Qise û culet
Wek Kurdekî bêmal û cê
Wirdiyan kirdûm
Ho Ceneral
Fermandekey bêestêre û bêşêr û dal
Êsta ke Kurd bes tuy heye
Kes natwanêt tirs û şikan
Ya dûranî bidate pal
Ho Ceneral
Ruhim bo tu çawim bo tu
De tu xuwa dey bîparêze
Gelî Kurdî bêmal û hal
Ho Ceneral
Pêman nalêy tu le kwê bûy?
Boçî win bûy ey bêwijdan
Tu gewretirî le Gîvara û
Çengîzxan û Omer Muxtar
Tu dezanî?
Çil milyon Kurd hawar deken
Ho Ceneral
Roji Kurdt
Le Rojawa tund girtûwe
Baş bizane Mezlûmê me
Serdekewêt beser Turk û kolonyal û supay Qacar
Ho Ceneral
Ne başûr û ne rojhelat û ne bakurî xakî Kurdan
Wa namêmin, rojêk her dêt azad debin
Ew kat bile min Mezlûm im
Kurî bêşkey xakî Kurdan
Kurmancî:
Hoo General
Weke ejdeha dilebitin
Qehrî û har û kerr kirime
Hoo General
Nav û şêwe
Gotin û lebatên te
Wek kurdekî bê mal û cih
Ez herişandime
Hoo General
Fermandarê bê stêrk û şêr û dal
Niha kurda tenê tu heyî
Kes nikare tirs û têkçûnê
An wendabûnê bide pal
Hoo General
Ruhê min ji te re, çavê min bo te
Ka tu bi Xwedêkî de ka biparêze
Gelê kurd yê bê mal û hal
Hoo General
Ji me re nabêjî tu li kû bûyî
Çima wenda bûyî ey bêwijdan
Tu mezintir î ji Che Guevara
û Cengîzxan
û Omer Muxtar
Tu dizanî çil milyon kurd hawar dikin
Hoo General
Roja kurda te li Rojava peyt girtiye
Baş bizane Mazlûmê me
Tu yê biser kevî li hemberî turk û Koloniyal û leşkerê Qacar
Hoo General
Ne Başûr û ne Rojhelat û ne Bakurê axa kurdan
Wiha namînin, rojek her tê û azad dibin
Hingî bêje ez Mazlûm im
Kurê dergûşa axa kurdan
*2019
**Deşîfrekirin û Kurmancî: Kakshar Oremar
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Ebdulla Peşêw şiirlerine dön