Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ebdulla Peşêw

Ebdulla Peşêw

2 görüntülenme 0 beğeni
Eger emcare bêmewe: beyaniyan; wek berxoleyekî sawa, le naw qersîlî parawa, til dexom û giyayêkî tift têr têr decûm, ta kift debim, pê û belekim le şewnimî sard helldesûm! Eger emcare bêmewe: wek simore, be darguêze berzekana helldegerrêm. Wek pelle hewrêkî newî ber ser kêllge sewzekana dexulêmewe. Wek şengebî, be ser çema, be ser gişt zinarekanî kenara deçemêmewe. Ax! Bes emcare bêmewe! Eger emcare bêmewe: Serenc dedem, gulle genim çon zerd debê, hernar û sêw çon pêdegen, qetiyekan hêlaneyan çon çêdeken! Serenc dedem, zerneqûte çon ball dergrê, perresêlke koçerekan le ser têlî karebay rê, çon rêz debin cogelekan le kuêwe dên… Bo kuê deçin! Eger emcare bêmewe: Le goy memkî her kaniyêk, qume awêk dexomewe giştyan dekem be daykî xom, le her eşkewtêka, şewêk, ser be gaşe berdêk dekem giştyan dekem be lankî xom! Eger emcare bêmewe: Zimanî girr dehênimewe - bo lalekan şaperrî girr dehênmewe - bo firrinde bêballekan! Eger emcare bêmewe: nahêllim lawan gull biçinin bo guldanî mirdûy ser mêz fêryan dekem, ke çûne jiwan, le berokî kiçanî den pêş ewey biyankene amêz! Eger emcare bêmewe: - Minallanî Moskoy çawşîn fêryan kirdûm - bê şîrînî ser nakem be hîç mallêka, zor colaney nerm û sade bo minallan helldebestim, le cejnî ledayk bûnyana - ke niyane ! - beşdar debim, lebatî mom, dadegîrsênim engustim girr berdedem le gilêney çawekanim, le sawatirîn hellbestim! Eger emcare bêmewe: Her bêşkeyêkim bête rê, beşêneyî, beserya denûştêmewe. Ax, minallan! Ax, bes emcare bêmewe! 16. 5. 1975. Moskow 2 Ey daye giyan: Le yadme, ke minall bûm eşqî tamî tift û tall bûm - Gillim dexward, qurrim decû, toş, zilleyekit lê dedam hemût pê turr firrêdedam! Ey daye giyan: Ksta, gewrem û minll nîm eşqî tamî tift û tall nîm. Keçî, eger emcareşyan rêm bikewêtewe Bêrkot, lêşim bidey, lêşim heram key şîrî xot, min be teşiyekey minllî derrêsmewe - dar, berd, gill, qurr, çîm bête rê deylêsmewe! 17. 12. 1975. Moskow Bêrkor: Gundêkî biçkolaney bin Hewlêre, cêy hatine dinyay şa´íre. berxole: berx. qersîl: hişînahiya taybetî ya ku pez lê diçêre. paraw: avdar. til: gurz. tilxwardinewe: tulquzîvedan. tift: nîv tal û nîv tûj. kift: westandin. belek: çîp. helldesûm: şil dikim. berzekan: yên ku bilind. newî: nivî; nizm. dexullêmewe: dizîvirim; têm û diçim. gulegenim: weşî. qeteyekan: ketî. zernequte: çêlikên çivîkan yên ku nû ji hêkan derketine. perresêlke: dûvmeqesk. go: gumk; serê memikan. qume awêk: kulmeke av. gaşeberd: zinar. ser mêz: ser masê. berok: yaqe; hembêz. engust: tilî ; bêçî. be şêneyî: hêdî. denûştêmewe: xwe diçemînim. gill: ax. qurr: herrî; çamûr. zille: sîle. deylêsimewe: dalêsim.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ebdulla Peşêw şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz