Nîweşew bû,
siruşt mat û dinya bêhest…
Tu razabûy,
rûmetit le ser piştî dest.
Le adgarit wirdbûmewe:
Pêlî şewbo hellîgirtim,
rayhejandim awazêkî cawîdanî,
kitêbekey destim daxist,
xom reha kird le zîndanî -
rûy pîrozî tom xwêndewe,
nerme nerme
ayet ayet,
ta beyanî!
13. 6. 1993. Tşîrîkova
berawird: danberhev. mat: bêdeng; hêmin. rûmet: rûçik. adgar: sîma; rûxsar,
wirdbûmewe: lê hûrbûm. şewbo: navê kulîkekê ye, ku bi şev bêhn dide. cawîdanî: abedî; sihrî. rehakirdin: azadkirin.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Ebdulla Peşêw şiirlerine dön