Soranî
Hestin, helloy şaxan, hestin!
Le hestanda êwe yekin:
Yek bîr, yek rê, yek mebestin.
Hestin, helloyi şaxan, hestin!
Le hestanda êwe zorin:
çil miliyon çaw,
çil miliyon qaç,
çil miliyon meçek û destin.
Hestin, helloy şaxan, hestin!
Kurmancî:
Rabin, heloyên çiyan, rabin!
Di rabûnê de hûn yek in:
Yek bîr, yek rê yek armanc in
Di rabûnê de hûn gelekin:
çil milyon çav,
çil minyon ling,
çil milyon zend û dest in
Rabin, heloyên çiyan, rabin!
Ji zaravayê Soranî: Muhsîn Ozdemîr
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Ebdulla Peşêw şiirlerine dön