Nîştimanim!
To wek taney le ser çawim.
To wek temî,
le gişt lawe dewret dawim.
To awêney -
le naw to da hemû dinya bedî dekem.
To teymanî -
be hoy towe hîç nabînim:
ne kel debînim, ne zewî.
Ne Xwa debînim, ne esman.
Ca nazanim
ne cîhan wek to biçûk e,
ne to gewreyî beqed cîhan.
Nîştimanekem - K u r d i s t a n!
29. 11. 1979. Moskow
tane: perde. tem: tem; mij. li gişt lawe: ji her aliyekî de. awêne: eyne; neynik.
bedî dekem: dibînim. teyman: çeper; sinc; perjîn. be hoy to: bi sedema te. kel: aso;
hesû. Xwa: Xwedê, gewre: mezin
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Ebdulla Peşêw şiirlerine dön