Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ebdulla Peşêw

Ebdulla Peşêw

2 görüntülenme 0 beğeni
şew raşika ejnom şil bû Mang be taqî asmanewe hellpiruçka Dergeketim lê bikewe Emşew hatûm Bo çinînî çepke nêrigzêkî çawit Bo wiçanê Bo xewnê, toze giryanê Leser hewrî qijî xawit Emşew hatûm Tirûskayî şarî yadgar bangî kirdûm Legell sîmay minallîma Legell xemî şorrebîma Hatûm, nagerrêmewe Ya pêt degem Ya wek momêk Desutêm û detwêmewe Dergeketim lê bikewe Her dilldarekey caranim Her kêllgekey ber dergetim Her tênwekey ber kirrêwe û ba û baranim Dergeketm lê bikewe Min ew kesem Ta dwênê bû Le naw geruwî runakîda detşardmewe Le naw camî metirsîda detxwardmewe Kat le jêr ballî asman Xerîke bawêşik deda şwên qelerreşêkî kipe Dergeketim lê bikewe şitêk niye şîrîntir bê Le xişpey pê û çirpey çipe Dergeketim lê bikewe Kift û mandûy rêgay dûrim Weku caran kemêk lelat demênmewe û radebûrim şew raşika Ejnom şil bû Mang be taqî asmanewe hellpirrûka Dergeketim lê bikewe Dar û berdî ber dergetan hatine tika Kurmancî: şev daket, çokên min qerimîn, heyv bi banê esman ve betilî. Deriyê xwe li min veke! îşev hatime çinîna gurzeke nêrgizên çavên te, bo hinek bêhnvedanê, bo xewnekê, bo piçek girînê li ser ewrê keziyên xav ên te. îşev hatime... çirîskên bajarê bîranînan bang kirime. Li gel sîmayê min yê zarokane, bi biyên xwe yên şor ve, hatime û venagerim. Yan ezê bigihim te yan jî mîna mûmekê bişewitim û bihelim. Deriyê xwe li min veke! Heman dildarê berê me, eynî toza ber deriyê te me, her tiyê li ber pûka berfê, ba bahozê me! Deriyê xwe li min veke! Heman kes im ku ta duh jî te ji ronahiyê diniximand û li ber siya gefan dixwand. Deriyê xwe li min veke! Qerimî û kerixiyê rêyeke dûr im. Weke berê, ezê piçekê li bal te bim û dîsa biborim! şev daket, çokên min qerimîn, heyv bi banê esman ve betilî. Deriyê xwe li min veke! Her dar û kevir ji tika dike!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ebdulla Peşêw şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz