Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ebdulla Peşêw

Ebdulla Peşêw

2 görüntülenme 0 beğeni
Sedan sale Le wêrane malî xom da Kitke korey goşey metbeqî Sultanim Sedan sale Hewş û berey xom wala ye û Le ber dergey dizanî xom pasewanim. Sedan sale Rojêk debim Be meyterî walî Bexda Rojêk le Taran kutalim Rojêk lîfkem Piştî jinî Sultan deşom, Rojêk geskim şam demalim! Sedan sale Weku çengêk dane wêle, Aşî mêjû firrêy dawim. Her çiwar dewrem şaroçke ye û Mêrûle demyan tê nawim. Sedan sale Kase serim minare ye Kê bê, dengî tiya hel debrê. Sedan sale Nîştimanim nêrgle ye, Kê bê, be demyewey degrê. Sedan sale Le ber dergey tekyey cîhan Cutêk soley pîne pînem, Kê le pêm ka bo ew deşêm, Sedan sale Diwa tilîşêk firrê dedrêm. Sedan sale Diway pîneyek le pê dekrêm. Min piştêkî birîndarim, Le qamçî xom raperîwim. Min lafawêkî lasarim, Lew kenarane helsawim Ke tengyan pê helçinîwim. Nanîşmewe.... Nanûmewe.... Bê aramim.. Aramî min çirayek bû Reşebay dewrim xwênî rişt. Bê bezeyîm... Bezeyî min zeryayek bû Binyan pêwe na û helyanmişt. Nanîşmewe.... Nanûmewe.... Ke min dan bim, kwa derfet? Ya min, ya mêrû. Ke min xwên bim, kwa derfet? Ya min, ya zêrû. Qehpen ewaney pêm dellên: Dan û mêrû biray yekin. Qehpen ewaney pêm dellên: Xwên û zêrû biray yekin. Qehpen ewaney pêm dellên: Masî û çengal, Mişk û cewal, Dest û çizû biray yekin. Qehpen ewaney pêm dellên: Pet û gerden, Gwêzan û mû biray yekin. Werin xelke! Le nêçîr û zam bipirsin, Billên, tuxwa, Xencer heye zam tîmar ka? Raçî heye nêçîr nexwa? De xelke, le ka bipirsin, Qet agirî sardî dîwe? Le hêlaney mal bipirsin, Be niyazî maç, Qet mar demî tê jenîwe?! De le dar berû bipirsin, Tewrî dîwe dar birr nebê? De le kerêkîş bipirsin, Gurgî dîwe ker dirr nebê?! Qehpen ewaney pêm dellên: Marî şîrîn jarîş heye, Qehpen ewaney pêm dellên: Tewrî biray darîş heye. Min piştêkî birîndarim, Le qamçî xom raperîwim. Min lafawêkî lasarim, Lew kenarane helsawim Ke tengyan pê helçinîwim. Nanîşmewe.... Nanûmewe.... Bê aramim.. Aramî min çirayek bû Reşebay dewrim xwênî rişt. Bê bezeyîm... Bezeyî min zeryayek bû Binyan pêwe na û helyanmişt. 1981 Kurmancî: Sedan sal e Di mala xwe yî wêran de Ez kitika kor a quncika midbexa siltan im Sedan sal e Hewş û ber hewşa min vala ye Li ber deriyê dizên xwe pasewan im. Sedan sal e Weke çengek dan Aşê dîrokê ez avêtime Her çar aliyê min qulên gêrika ne û Mûrî dev dane nava min Sedan sal e Kasaserê min minare ye Kî bê û dengê xwe tê de hildide Sedan sal e Niştimana min nêrgele ye Kî bê li devê xwe digire Sedan sal e Li ber derê tekiya dinê Cotek solên pîne pîne me Kî min li xwe dike ji bo wî me Sedan sal e Piştî terîşekê têm avêtin Sedan sal e Piştî pînekê min li xwe dikin Ez pişteke birîndar im Li ber qamçiyê xwe rabûme Ez lehiyek bêxuy im Li ber keviyan rabûme Ku dor li min teng kirine Nanişim... Ranazim... Bê aram im Aramiya min çirayek bû Bareşê dora min xwîna wê rijand Bê rehm im Rehma min deryayek bû Bi yek bêhnê vexwarin Nanişim... Ranazim... Ku ez dan bim, ka derfet? An ez an mûrî! Ku ez xwîn bim, ka derfet? An ez an zîro! Qehpe ne ewên dibêjin: Danî û mûrî birayên hev in. Qehpe ne ewên dibêjin: Xwîn û zîro birayên hev in. Qehpe ne ewên dibêjin Masî û şewk Mişk û kîs Dest û derzîmar birayên hev in Qehpe ne ewên dibêjin Werîs û gerden Dûzan û mû birayên hev in. Werin xelkno! Ji nêçîr û birînê bipirsin Bêjin, tu bi Xwedêkî, Xencerek heye birînê derman bike? Nêçîrvanek heye, nêçîrê nexwe? De xelkno, ji kayê bipirsin, Bê qet agirê sar dîtiye? Ji hêlîna qulingê bipirsin Bi niyeta maçkirinê, Qet mar devê xwe lê daye?! De ji darberûyê bipirsin Bivirek dîtiye darbir nebe? De ji kerekê jî bipirsin Gurek dîtiye ker neziriyabe? Qehpe ne ewên dibêjin Marî jehra şîrîn jî heye Qehpe ne ewên dibêjin Bivirî darê bira jî heye Ez pişteke birîndar im Li ber qamçiyê xwe rabûme Ez lehiyek bêxuy im Li ber keviyan rabûme Ku dor li min teng kirine Nanişim... Ranazim...

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ebdulla Peşêw şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz