Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mele Xelîlê Sêrtî

Mele Xelîlê Sêrtî

2 görüntülenme 0 beğeni
وآتب ايضا بخطه رضى الله عنه آاتبا فى صدره لكاتبه خليل الجانى الشوقى “Ev helbest, xwemalê nivîsakarê (mustensixê) wê yê canî Xelîl şewqî ye.” şêxê min şêxek `amil Xudanê lutfa şamil Nûranîya wî hamil şêx Ehmed şêxê kamil şêxê min şêx Ehmed e şêr’ke ji şêrêd Xuda Ji nesla Muhemmed e şêx Ehmed şêxê kamil Sirra wî nûranî ye `Ilmê wî ledunnî ye Lutfa wî serkehnî ye şêx Ehmed şêxê kamil şêxê min şêxekî pak e Nûranî ye ne xak e Kes nêzîkî lê nake şêx Ehmed şêxê kamil Wî ta`etek bê hed kir şêv û rojan xew nekir Perde ji mabeyn rakir şêx Ehmed şêxê kamil Fedla wî nayêt heddê Keramet nay’ne `eddê Meşhûr e l’ hindê `erdê şêx Ehmed şêxê kamil Zîba wû nazenîn e B’ terz û rêz û ayîn e Mislê wî kes çunîn e şêx Ehmed şêxê kamil B’ weqar û sinn û sal e Li nik Xudê delal e Lew daîma b’ wîsal e şêx Ehmed şêxê kamil şiblullah şêxê me ye B’ etba` û debdebe ye Sultan e l’ textê xwe ye şêx Ehmed şêxê kamil Xoş bab e hem xoş `ewn e B’ ehwal û reng û ‘ewn e L’ murîdan xweş kir kewn e şêx Ehmed şêxê kamil Ew suwarek mahir e L’ murîdan her naôir e B’ endadî ra haøir e şêx Ehmed şêxê kamil Murîdno bikin yeqînê Bi hindî herfêd tebyînê Mislê wî nin vê hînê şêx Ehmed şêxê kamil Her çi bawerî nîn e Bê esl û bê sewîn e Behr d’ ihsana wî nîn e şêx Ehmed şêxê kamil (Ji bo helbestê bnr. Sêrtî, Mecmû’e, 1192/1778, wr. 51a; Zoqeydî, Mecmû’e r. 82-83).

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mele Xelîlê Sêrtî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz