Muhemmed resûlê Xwedaye hinar,
Ji bo ins û cin û melek pêşiwar.
Bi dînê wî dînê dî mensûxî bûn,
Kemal û fedil bo me pê zêde bûn.
Xwedê ew kire xatemê enbiya,
Welêkin ewe serwerê etqiya.
Ewî Ebdullah babe, da Amîne,
Medîne û Mekke mewlid û medfene.
Ji nesla Qureyşe, ji tuxmê `ereb,
Nibuwwet di sala çilî dayê Reb.
Sisê dî ku borîn û ew blj resûl,
Mekke bo xwe deh salê dî kir qebûl.
Ji Mekkê ku balî Medînêve çû,
Li wê deh buwarin ji dunyayê çû.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Mele Xelîlê Sêrtî şiirlerine dön