Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mele Xelîlê Sêrtî

Mele Xelîlê Sêrtî

2 görüntülenme 0 beğeni
Sifatê di seb`e ezel wî hene, Ne `eynin ne xeyrin ne wek êt mene. Heyate di gel `ilm û sem` û beser, Iradet di gel qudreta xeyr û şer. Murîde ji bo xeyr û şeran welê, Riza wî tunîne bi şola nelê. Ewê dî kelamê besîtê qedîm, Hurûf û lûxet hedîsin ey hekîm. Bi Qur`anê xeyrê wê mensûxî bûn, Kemal û fedil bo me pê zêde bûn. Heta ku qiyamet, dê herdu hebin, Di `uqbayê xwendayê wê her hebin. Sifatê kemaH hemî, Reb hene, Sîmatê di neqsî ne mewcûdene. Tu navan tu bêşer`î lê damene Ji nehwîd û neh navê wî zêdene. Ji ketma `edem, `alem anî wucûd, Bi vî wechê ehsen, wî şahê Wedûd. Tu me`dîim û hadis bizane ewî, Heyûla tunîne ku `alem ji wê.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mele Xelîlê Sêrtî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz