Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mele Xelîlê Sêrtî

Mele Xelîlê Sêrtî

2 görüntülenme 0 beğeni
لكاتبه خليل الجانى الشوقى [Mefa`îlun mefa`îlun fe`ûlun] B’xudanî xweş dibit cih pê bizane Ku ev qewlek bi teshîh û beyan e Bizane hem qebûl ke tu bi minnet Bi şêx Ehmed Reşîdî bûye cennet Bûye qiblet ji bo xas û `ewaman Peyapey qesd dikin wek pêlê avan Hinek d’ karê xwe ne hin hêj nehatî Dikin qesda ewî `eynê necatê Kuwa b’ `eynê xwe burca ewliyan e şehinşîna `Iraqê ew mekan e Ku şêx Ehmed li wê navê nebîtin Bi alî wî cihî ve kî diçîtin Hezar gund wî hene ger bêne gotin Kî ye meylê bikit ya ne bivêtin Wekî carek Reşîdî tu bibêjî Kuwa şekkir bi dil da tu dirêjî Eger tacir bivit di`fe’t-ticaret Bila ewwel bikit qesda zîyaret Heçî b’ şêx Ehmedî bawerî nîne Ewî idark tunîne bê sewîne Ji bo wesfêt kemalê cami`e ew Meqamê wî bilind û faêil e ew Nexasma seyyid e j’ nesla Qureyşî Ji ew çêtir çiye ku tu bibêjî Terîqa Qadirî xo ser meqam e Welê b’ şêx Ehmedî el-an temam e Ew e serkehnîya wî vî zemanî Nexasma bo me xelqê vî mekanî Heçî j’ destê wî vê avê binoşit Kuwa j’ destê xudanî ew dinoşit Bizan şêxê mezin destûr daye Ku bo me xelq ha bit rehnuma ye Xudê vêra nebûya ew `înayet Kusan jêra dikir ev tewf ri`ayet Ji bo wî ra musexxer kirne etraf Ji xas û `am û hem e`yan û eşraf Fidayê wî bibin sed mislê şewqî Ji dor wî kêm nebin halî we zewqî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mele Xelîlê Sêrtî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz