Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mele Xelîlê Sêrtî

Mele Xelîlê Sêrtî

2 görüntülenme 0 beğeni
Mezahib çiharin, îmamê di wan Li heqqîne her çarî bêşek bizan. Ku Nu`man û Ehmed û hem Malikin, Ji dînê mere şafiiye rukin. îmamê meye Eş`erê ta Nehir, Ebû Mensûrê Mawera-un Nehir. `Eqîda ku ew herdu pê qaîlin, Ewe heqqe, heftê û du batilin. Heçî ku li ser wê `eqîdê nebit, Ji ehlê fesadê û bid`et dibit. Welê ehlê qiblê tu kafir mezan, Serîhî ku kufrê nebînî ji wan. Dê razî nebî tu bi kufra kesî, Li îslam mûhibbanê lez key besî. Tu enwa`ê sihrê mezane helal, Mebêje kesî, "kafirê dînbetal". Tucaran tu de`wa xwedayî meke, Suqûta tu teklîfê îzhar meke. Mulettex meke qet perê mushefan Bi tiştê necis `emd û hem mescidan. Mu`eyyen li kes le`netê tu meke, Li ehlê `ezabê `umûmen bike!

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mele Xelîlê Sêrtî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz