Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mele Xelîlê Sêrtî

Mele Xelîlê Sêrtî

2 görüntülenme 0 beğeni
Welê "ness"ê dalin li fedla hinan, Ji bo te bibêjim hemî efdelan. îbrahîm û Mûsa û îsa û Nûh, Bi tertîbê efdeltirin paşê Nûh. Resûlin, li dû wanre peyxemberin, Di pêve xewasê melek bihtirin. Ji `amê melek qenctirin, ey ciwan. Jinê dunyewî çêtirin j`horiyan! Ji hindî jinan Fatîme, pêve da, Li dû `Aîşene heçî ma beqa. Ebûbekre efzeltirê ummetê, Di kufrê neborandî yek saetê. Li pêve `Umer, ê ku nav dayiye Bi "Farûq"î, Osman li paşê wiye. Li dû wî `EIî, sahibê "Zulfeqar", Evananî sih sal xîlafet buwar. Li pey vane Se`d û Zubeyr û Se`îd, Di gel Ebdurrehmanê bûye şehîd. Digel Telheto Bû `Ubeyde bizan! Ku "Eşr-ul mubeşşer" bûye navê wan. Sebeb wê ku mizgîniya ceimetê, Ji bo wan ê hatî ji nik Hezretê. Hemî ehlê Bedr û Uhud bey`etê, Muheqqeq bûye, dê biçin cermetê. Weha renge ezwac û `itra Resûl, Ji eshabê dîreye erca duxûl. Ji herba sehaban mekin qal û qîl, Bihiştîne hem qatil û hem qetîl. Hemî da û babê di peyxemberan, Berîne ji enwa`ê kufr û şeran.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mele Xelîlê Sêrtî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz