Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mele Xelîlê Sêrtî

Mele Xelîlê Sêrtî

2 görüntülenme 0 beğeni
Tu guh dêre nutq û beyana fesîh, Ji bo ferzueynane merdê melîh. Ku îman û îslam û sewm û selat, Li ser maHdarane hec û zekat. Li ser te ji ferzane ey nûrîcan, Bizanî tu erkan û şertê di van. Heçî hukmê şer`ê tu muhtacîbî, Ji bo zanîna wê dê munqadîbî. Tu îmanê baweriya dil bizan, Mûtî`bûna îslam bi zahir bizan. Welakin qe yek bê yekî nabitin, Musulmanî bê herduwan nabitin. Tu me`nayê şehdê ku bawer bikî, Teleffuz eger qadirî pê bikî. Ji kufrê tu bêşek xwe xaric dikî, Welê eslê dînî tu hasil dikî. Wekî ku digel "wê" emel jî bikî, Tu îman û îslamê kamil dikî. Me`anî ji bo wê evin, guh bidê, Tu me`budê bilheq tunî j`bil Xwedê.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mele Xelîlê Sêrtî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz