Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mele Xelîlê Sêrtî

Mele Xelîlê Sêrtî

2 görüntülenme 0 beğeni
لكاتبه الجانى [Mefa`îlun mefa`îlun fe`ûlun] Ji dest nefsê bi gazindim bi kovan Ewê sebr û qerar nayê çu gavan Heçî şûla bi cih bo me qe navê Li şûla xwe mijûl e se`t û gavê Dikit karê xurê rojê ji paşîv Firavîn hêj nehatî çareya şîv Li pey xab û xurê ew her dibazit Ji bo xwe rahetî jî her dixwazit Li wê hirsek heye bê hedd û xayet Bi tiştek nakitin esla qena`et Hebin du tişt divê sê bin ewa dûn Ku sê bin wê divê bit gencê Qarûn Ji bo wê `arifan gotine emsal Ji bo te jî bibêjim yek du ehwal Ewan teşbîh kirne ew seya har B’gerê l’ sehrayekî mazin giyawar Dixut rub`a ewê sehraê yekcar Qelew d’bîtin dikit ew bo xoyî kar Bi wê tirsê di xew ra ew diçîtin Ewê xwarî dê bêt yan na livîtin Wereng laxer dibîtin ew ji derdan Ku namînit ji bil hestî di çerman Ew e her halê nefsa bed ji hirsê Mudamî her mijûl e b’ fikrê tirsê Ji wê mestir me dijmin qet çunîn e Binisbet wê bizan şeytan çunîn e Ji ewwel ew didit meylê bi tiştan Di peyranê dikit şîrîn şeytan Sifatê wî neqenc nayên e heddê Beyan nabin li vê tengave `erdê Duwazdeh quwwetê heywanî tê da Hene heft dî tebî`î jî di peyda Ku `ern û şehwet û hem deh hewas in û kêşan girtin û her îndîfa`in Digel zad xwarin û zêdahî tewlîd Bi wana ew dikit baxiyy û terdîd Ji bo wê ra `îlac û çare nîn e `îlaca wî bizan av j’ bin birîn e Heta terka xur û xabê nebîtin Ji dest wê ma kesek rahet dibîtin Wekî şaxek ji darê te hilanî Li şûna wê du-sêkek têne banî Wekî av jê birî te hişk dibîtin Ji ew paş av bidî jî nalivîtin Wekî ew qenc mutî` bû bû wedî`et Ji bo barî li nik te bê xiyanet Wekî terxan we nakî tu dizanî Ji şeyxan her du jî zanîn e canî Xudê me’w we ji dest nefsê xilas kit Bi destê şêxekî murşid fena kit Biheqqê wî nebîyyê pakê ekrem Xudanê zat û ewsafêt mufexxem Ji me her weqt sed barî selatan Li wî bin ew şefî`ê me `usatan (Ji bo helbestê bnr. (Sêrtî, Mecmû’e 1192/1778, wr. 45a-b; Zoqeydî, Mecmû’e wr. 94-96).

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mele Xelîlê Sêrtî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz