Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mele Xelîlê Sêrtî

Mele Xelîlê Sêrtî

2 görüntülenme 0 beğeni
لكاتبه الشوقى [Mefa`îlun mefa`îlun fe`ûlun] îlahî j’ te dikim hêvî îlahî Bi heqqê zat û wesfêt padîşahî Bi heqqê wehdeta bê çûn û çendan Bi fedl û minneta te l’ cumle `erdan Bi xewxaya l’ serê xelqê te danî Bi tedbîra ji bo wan ra te zanî Bi wî pêxemberê pakîze ewsaf Ewê kana heyatê me`dena saf Óebîbê şehsuwarê çerxê eflak Ewê “lewlahû ma kunna `erefnak” Bi al û sehb û ehbaban temamî Bi hindê enbiya w ruslêt kîramî Bi emlak û bi `erş û hem bi kursî Bi hûr û cennet û wildanê qudsî Bi hindê cah û ewqatêt muşerref Bi hindê `arif û me`rûf û e`ref Bi fedla ehlê `ilm û muste`îdan B’sefaa zahid û şêx û murîdan Bi sitra ewlîya û salihînan Bi hubba esxîya û qani`înan Bi cenga xazî yû ehlê cîhadê Bi huffaz û zekî ehlê muradê Bi Qur’an û Zebûr hindê kîtaban B’ ehadîs û kelamê mustetaban `Efû kî tu minê bêçare miskîn Nekî behsa gunahêt min bi te`yîn Mihû kî wan ji mestûra kîtabê Me pê şermî nekî roja hîsabê Li me barana rehma xo birêje Gunahan pê bişo lutfê verêje Muradî hem bibexşe ey murad bexş Me bê hêvî meke j’ ber dûnîya fehş Tu yî meqsûd û metleb ya îlahî Bi xeyrê te nehin min qet guwahî Ridaa te dikim hêvî bidî min Nekî şeytan û nefsê rehberê min Hewayê wan li min xalib meke tu Ji bo min rehnumayî her bike tu Tu mi j’ mabeynê bi’l-kulliye bavê Bi xwe min her mijûl ke se`t û gavê Me û dê babê me hem mu’minînan J’ lîqaa xwe nekî mehrûm çu hînan Bi teb`a wî resûlê pakê nûrîn Bibe cennatê `ednê b’ resm û ayîn (Ji bo helbestê bnr. (Sêrtî, Mecmû’e, 1192/1778, wr. 46-b; Zoqeydî, Mecmû’e r. 96-97).

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mele Xelîlê Sêrtî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz