Xweda xaliqê cumle fi`la teye,
Welê îxtiyarî bi destê teye.
Ewe mubdi`ê fi`lê, kasib tuyî
Cezakarê fi`la ku talib bûyî.
Eser ku li fi`Iê mûretteb dibit,
Bi îcad û fi`Ia wî peyda dibit.
Dişîtin we bê fi`Iê peyda bikit,
Ku bê çav û koranî bîna bikit.
Ewê fi`Iê cumle di bê `illetin,
Welêkin ne xalî ji meslihetin.
Ecel her yeke ger çi kuştin bitin,
Qe şolek li wî nabe wacib bitin.
Wekî ku li te ew nekit şefqetê,
Tu naçî bihiştê sebeb ta`etê.
Welê ferze daîm tu ta`et bikî,
Recaya qebûlê ji wî her bikî.
Heram herwekî hillê rizqe ji wî,
Eger çi mu`eqqeb dikit te bi wî.
Tenasux ji bo ruh hulûla Xweda
Tu nînin, eya mu`minê canfida.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Mele Xelîlê Sêrtî şiirlerine dön