Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Fewzî Bîlge

Fewzî Bîlge

2 görüntülenme 0 beğeni
Şerabeke sor li ser maçeke sek bide min Sidûrî Tu dizanî Kengî ku bêriya te bikim marmarokan radimûsim Fobiyên Gilgamêş’î mayînde Yên min di sibatokên dîn de gewî bûne Xwe ji min re hilîne Gava ku şev hişyar bibe Min ji hobiyên xwe biwelidîne Ka melodiyeke zipzurne bihîre Senfoniyeke ji pêlên Dîjleyê Min li xwe sor bike Sormest bim xwe radimûsim Heger serbest bim Weke şerabeke sor ez ê te jî vexwim Koroya bajarê yezdanan ji tivîlkên lal Parsûyên gumgumoka min kirine xêr û xêrat Ka Ka tu yê neçûya Bi morîkên tizbiyan Bi serê tiliyan te yê bihejmarta Her înî Em ê bi hevdu re sermest Bi hevdu re serbest bûbûna Sidûrî Tu nehatî *Ji pirtûka wî "Têbînîyên Bajarekî Wêran" **Bi destûra helbestvanî ye

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Fewzî Bîlge şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz