Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Fewzî Bîlge

Fewzî Bîlge

2 görüntülenme 0 beğeni
Kê devê wan çirrçirrkinan gem kiriye Ez ê xwe bikim rêya çiyayan Ji berbangê ve ye li benda min jî ketine Mirar bûye hertişt ji bilî baweriyan Hema li hemanoka me tu nemaye ku yek min bixapîne Û hîn bêriya lêdana dilên te dikim Kuçe bi kuçe em bi parsa zemên ketine Kenê te zemên radiwestîne dizanim Min destên xwe li ber hemû werzan wergirtine Jibo rojê, herroj çend jê amadeyî mirinê bûn Xewnên min bi ramûsanên te şêrîn bûne Bihar jî zû ve bihurîbûn Ji dema ku tu nehatiye ve Hîv di hembêza min deye. * * * * Biqasî ku stêrkek birije wext li min binihêre Li hemberî rûyê te min qamet aniye Çavên min bi awirên mê birîn bûne Jiyan qul bi qul hîn ji te direve * * * * Awirên te morîka xewê ne û aciz bûye zeman çûye piştî te Êdî ax min radimûse. *Ji pirtûka wî "Têbînîyên Bajarekî Wêran" **Bi destûra helbestvanî ye

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Fewzî Bîlge şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz