Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Fewzî Bîlge

Fewzî Bîlge

2 görüntülenme 0 beğeni
Li beyarekî şev wenda kirî Fêr nebûne hîn em zimanê zemên Dîmena bi qasî mirinê ne diyar Baranek ji dil baran di çend zemanan de Boriye, dibare, li ser çend kesên rûpirîsko Li ber mirovên rûyê xwe kirine dîwarê girî Darizandin Berê wan dan riyên dûr bi qasî temenê wan yê borî Dixwestin girêkan li çavên wan bidin bicemidînin dil qeşa Ne dûr dibînin ne nêz hêz Rê pir in Bimeşin Dimeşin De rakin qedehên devsîxur bicoşin Rê rêwiyên zeman Cincoqên şikestî ber bi dîmenên dûr Heya mirinê wê bimeşin Xwe dane tengala zemanekî kal Noşîcan be Bi qasî hemû rojên me yên hatine daliqandin Pirbare noşîcan *Ji pirtûka wî "Gotinên Li Ber Devê Giyotînê" **Bi destûra helbestvanî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Fewzî Bîlge şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz