Bajar şilfîtazî min pêşwazî dike
Çavên min singên wê yên kişif bûye dinûxûmîne
Zeman polî poşman bi gaziya mirina xwe ve diçe
Destê tenêtiyê ji min nabe
Min ji bilî vê dev ji her tiştî berdaye
Naxwazim mîna heyvê
stêrkan li dor xwe bidim hev
roj hiltê yek namîne
jiyanperestan manifestoya moriyan pejirandiye
dizanin bê livî mirin e
Vê êvarê
Hîvê xwe berdaye nava çavên te
Û çavên te ez di reşahiya reşika xwe de veşartime
Bê te ez
di nava daristana mijgulên te de bişewitim ma ne çêtir e?
Nede alî awirên xwe
Wê biweşin pelên min
Û êdî her roj payîz be
Min dil avêtibû te
Li ser çiyayekî bejinbilind
Wê ba lêdana dilê min her roj ji te re bîne
Berê me nizanîbû şev bibin stêrk
Çi qasî dûr bû azadî
Li ezmanê hefta
Stêrkek temirî, nîvmirî
Çar çar xortên çardehsalî
Dimirin li çarmedorê Firatê, li rojhilatê rojê
Ji bo ramûsin rûyê azadiyê
*Ji pirtûka wî "Antolojîya Tenêtîyê"
**Bi destûra helbestvanî ye.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Fewzî Bîlge şiirlerine dön