Tevnepîreke romantîk
li ber paceya min fantaziyan dihune
Bajarê dişibe min
Mirov dibê qey rûyê xwe ji rûyê min diziye.
Lê awirên min hîn li çavên xwe nerikibandine
Gelaleyên min ji pêgên jonturkan deforme bûne
Dijîm
Bajarê wêran
Avahiyeke xerabe derî û pace pê ve nemane
Min jê hez kiriye
û ji baranê stêrkên çavên te dişom
a niha rûpaşekî reş di navbera min û te de ye
ji hejmartina stêrkên çavên te bi jana zirav ketime
bi Xwedê ez ê bihejmêrim heya ku tumerî raweste.
*Ji pirtûka wî "Antolojîya Tenêtîyê"
**Bi destûra helbestvanî ye.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Fewzî Bîlge şiirlerine dön