Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Fewzî Bîlge

Fewzî Bîlge

2 görüntülenme 0 beğeni
Xwezî mirin ne li ber serê min bûya her sibehên hevrîşimî Her şev tu Her tarî ez û ezmanekî dişibe morîkên te Nofîguratîf dîsa şîn, mîna şînbirîkan Ji min nediziyana rabirdûya min marên xwe dixwin û çend togên erzan Zemanekî ji tofana Nuh pengiziye vî zemanî Tam trajîk nîvqomîk Baraneke flarmonîk bi teresêre alegorîk Bi qasî lêdana dilê min nebariya wiha şida Devê birînên xwe ramûsa bajêr Talîmateke çend pêvek jî pêve Gurî tepa me li te kûmê me li serê te Çi navên li min anîbûn yek bi yek Hinekan xwe ji çavên derizî vedizî Bûn xêz, gelale, pêşnûma Hinek ketin rê nebawerim careke din xwe bidin ber wê baranê Min zanîbû dîsa wê taloq bikin pevşabûnên me Berbangên mişt bi entrîqa Têr nebûbûm hîn ji lêvên te yên bêhna nanê tisî jê dihat Li ber hîva li xwe şikandî çend çivîk û dilê min li ser Ji bo bikin qobay bidin ber neşteran Zemanekî Nizanim kîjan zemana ye Belkî berî dîtina nan, berî hubrê an berî bizê diya Îsa Bi hêviya bigihêm te Belkî şopên te di dilop dilopande opera Bi performansa hêsiran Min xwe li Çemê Jibîrkirinê qewimand Bila biçingînin di qedehên qrîstal de Şeraba ji xwîna min çêkirine Qedîm e herî kêm pencîsal Noşîcan Her şev tu Her tarî ez û ezmanekî tu nemabû Xwedê neke veguheze bibe qetran Di demsala porspîkiribû de gava diçûm dev û rûyê payîzê Pê re lerizîn çavên te Lêvên te Bawer bike di şevbuhêrka stêrkan de min tu tişt negotiye ji bilî çîroka Sitiya Spî û heft kurtebalkan yezdanekî bi her du çavan kor bi sondeke hîpokrat sond xwar got: “wiha, wiha…” de bila, bila awirên te min bajon nava şer dîsa ji bo vê carê ne di xewnan de rastî te ramûsim û wan çend çivîkan li ber guliyek sulava bêxal her çi qas yên herî pir ji min hez kiribûn herî pir ez kuştibim jî min û mirinê hîn xwe nesipartine hev dema Postmodern jî tê de tu car wî bayê bayê sor lêketî kêliyek berê di guhê min de got: “navê te ne di lîsteya Schîller de ye” û boriya. Zemanekî Nizanim kîjan zemana ye û jixwe tu zemanan nehiştine Paşxaneya pevşabûnên min rast têkevin ferhengan Ji loma nikarim pevşa bibim bi peyvên xwe li gor gişî analitîkan qedexe –“îsyan” Çendên li ser bêjingê mane rojekê helbet berî bajar min talan bike wê bibin bûmerang erê tu ya ku dixwaze ro di rûya de hile li ser dikan ji ber xatirê çemê miciqandine û hêviyên emirqut hiştine gişan bila baskên min ji te re bin tu bifire ser barûyek çiltebeq tûpişkek ji şimayê wê bi teve de û ji jor ve dest bihejîne ji yezdanê bi her du çavan kor û hêdîka xwe berde xwar erê tu ya ku bi qasî temenê xwe dewsa gezên gotîk li ser çîcikan mane seksapel- hurr te pêşerojên min bi tandansên mirinê dagir kiribin jî bi qasî min çend çivîkan jî haviya xwe dabû wê rêya di heft ciyan de bişike stûyê erdê te nabe ba xwe, ji te re jî noşîcan biçim an neçim xwe bikujim an nekujim zemanekî ne tu, ne ez wê neçirisin nizanim kîjan zemana ye 03-06-2014 *Ji pirtûka wî "Gotinên Li Ber Devê Giyotînê" **Bi destûra helbestvanî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Fewzî Bîlge şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz