Ji çirûskên çavên te tirsiyan teres
Terez li ser te barandin şida
heya mij û dixan xwe bide peravên çavên te
Raweste çend kêliyan
Wê cara stêrk wê di rojhilatê çavên te de hilên û
Tu yê bi perperokên teqlebaz re firînan li dar bixî li ber peravên dilê min
Di qedehên qrîstal de vexwin şeraba ji rengê çavên Xwedê
Ji kêfa wê bifirin wê cara ez û te bê bazk
Noşîcan be, pirr pirr noşîcan
*Ji pirtûka wî "Gotinên Li Ber Devê Giyotînê"
**Bi destûra helbestvanî ye.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Fewzî Bîlge şiirlerine dön