Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Fewzî Bîlge

Fewzî Bîlge

2 görüntülenme 0 beğeni
Dibên nemane li welatê çîrokan hîv, hêvî û hezkirin Hêlîn danîne maran dewsa rûbarên miciqandine. Yek hebû yek tune bû nemane Ka dinya ji çîrokan pêkhatibû ne ji atoman Utopya bar li ser perên teyrekî baz –kal rê duryan Şikandine hemû galgalên min Dimeşe dilê min karwan Naxwe lêva jêr bide min, tî me Dilê min giş ji te re ne ser bi ser Ez dibêm yek hebû yek tune bû mane Pevşabûnên me di nava kewanê de Di nava dunikan de sêberên kenên te Rûyê te awêneyeke bêçarçove Hezkirin dubare, sêbare, pirbare Û bejna te dengekî zirav e Du quwîzanên şilfîtazî Di rûyê te de hilnayên çavên te Bi ferme xirbê dil de, bi ferme qedehê rake. *Ji pirtûka wî "Gotinên Li Ber Devê Giyotînê" **Bi destûra helbestvanî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Fewzî Bîlge şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz