Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Fewzî Bîlge

Fewzî Bîlge

2 görüntülenme 0 beğeni
I Sersefolî bûne notayên stranên me Sersefolî bûne her rojên me Ka De ka Em biavêjin êgir çîrokên paşerojên xwe Û De ka em ranezin Di hembêza Xwedê de De tu jî dizanî ez Bayekî serserî Di pêşbaziya rûbarên şerpeze de Di sêwirên min ên dualîst de Flarmoniyeke tirrovirro tenê maye Û têrî bedewiya te nake Peyv diqurifin Reng diqerrimin Jest ne yên Carlî Caplîn’î ne Sersefîl im Ne kefîl im ku nexapînim te Sersefîl im Ne kefîl im ku nexapînim xwe Min rûyê te Di nameyeke çewtomewto de ji te re bi rê kiriye II Jiyan jenerîka fîlmekî Û tu Fîguraneke bênav qehpekê dilîzî Bar kir çavên te ji çavên min ên lêl Kêl bi kêl Min xwestibû ku te vebêjim Qirr têkeve pasawanên lêvên te Ji xirbeyên Nînowayê bêhtir in Sersefîl im Dilezînim Vêca bajar zûtir min diterikîne Bi Xwedê Ne Meryem dayika Xwedê Ne wan navika min avêtibû rûbarekî ku diherike Perav bi perav Tu li ku Ez bodeleyekî dera hanê me *Ji pirtûka wî "Têbînîyên Bajarekî Wêran" **Bi destûra helbestvanî ye

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Fewzî Bîlge şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz