Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Fewzî Bîlge

Fewzî Bîlge

2 görüntülenme 0 beğeni
Navendên xweperestiyên e xwehezên me Wan xwest ku xwe di destpêka zemên de bi cih bikin Çi fêde Retorîkên kut tundrewan e Hebûn tunebûn Di qarrînên bêakort de hertim canfeda bûn Rê jê neçû Fîgurên min têk çûn Di malzaroka hunerê de herdem tîkîtenê, ji rê derketibûm Tune bûm hebûm Hûn, yê di rê de Di şikeftên Altemîrayê de Qey bi bedewiyê nehisiyane Tu nemaye ku roj Amedê bihelîne Çermê êgir digurom Di hebûnsaziyeke bêdawî de Ez bi dawî me, mirîme û heme Çi fêde Em ji miriyan hez dikin Min got ez dimirim û mirim Hûn ê çi bibêjin gava ku hûn mirin, de bimirin Hûn, yên din xwe dibînin Meytên we di morgan de bi xwedî bin jî Mirî jî dizanin ku hûn ne ji wan in De bicehemin Di gorra bavê we de bimîzim Beyî ku bimirin qey ne gotin hûn ji min in Bê xatirxwestin Amed ji me re nehiştin û mirin *Ji pirtûka wî "Têbînîyên Bajarekî Wêran" **Bi destûra helbestvanî ye

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Fewzî Bîlge şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz