Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Fatma Savci

Fatma Savci

2 görüntülenme 0 beğeni
şeveke xewrevîn Bejna xwe bi pelên Gwîzî radipêçe Wek dest bide rupelên kitêbekê Dihingive dilê Beytikekê. û xewna bi Nêrgizê re hilatî destpêdike... Li keviya helbesteke xunavî Agirekî devliken dêmên ezman radimuse, Li dora wî hespên ji mijê, Barê karwanê ku li bendî çuyinekê ye, Ne qumaşê Esfehanî ye, Ne beharat û ne elmas e.. Rîsipiyek ku ji bêdengiya xwe pirpirîkên mizginiyê çêdike, Ji bêrîka ser sînga xwe desmalkek bi qenewîçê neqişandî derdixe, Koşeya desmalka xwe wek xezîneyekê vedike, Hêstira Beytikeke belek, Ji wê bermayiya qirnekî diniqute, Li ser Fexfureke çînî, Bi rengê xewneke kuştî Keçikekê xêz dike.... Destên hêstiran çem bi çem Kevirên Heqîqeyî, Li gerdena wê gulzadeyê rêz dike.... Ji pişta çiyayekî ji êgir û girî şahmeraneke dilzîz şeveqeke gulînî ji bilindahiyan dadixe, Qurnefîleke qurmiçandî bi şax dibe, Ji keçika hêstiran re li çengê dixe... Keçik li ber wî dengê xwezayî /xwedayî yê çengê, car din ber bi hişê xwe ve dibeze, ji kerban gul dide... Wek zîvekî midyadê Kêlî bi kêlî Dilê wê diçirise...

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Fatma Savci şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz