Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Fatma Savci

Fatma Savci

2 görüntülenme 0 beğeni
Ma tu tenê biharek î, eşqa bask şîn di kîşwera xewna min de binevşek î ? li keviya xewna nefîkirî, li ber hemî çeman zarokekî xeydok î? çi leza te heye, qey tu hatiyî agirekî? Rûyê te, Weke stêreke dûr, ji xemê me re diçirise, Destên te yê rubarî wek tîrêjên rokê, Di gewdê me yê tagirtî re hildikişin. Guh nediyê, Mirin li ber şemûka temenê me Xwîniyekî westiyayî ye. Bila birîna me ya reş, porên lorîna xwe bi êşên me yên her dan hine bike Dilê xwe yê maka heyvê, Wî zeviyê deşta dûr, çêriya xezal û kîvroşkan li sînga kendalê me asê bike. Em di xewna xwe ya hîvaztî de şikestin. lê dev ji vî çemî, ji vî kendalî bernadin. Ev dayin ne ya xwedê, Ya dê ye… Em ê li ser ya xwe bin, ji bo xatirê te pîrika xwe jî, koçka xwe ya ji ax û qeselê di dawa Heskîfê de, li Gulikê, li ber siya kelihê lêbikin. Destên min di yê sî û mijê de ne, Xeyaleke ji çavên xwe yên kesk ê beharî Bi ser xerîbiya min ve wer bike… Hinekî zû bike qurbana te, Rûyê kulîlkên nîsanê û zarokatiya me ya kelogirî ji bîr neke… ji Bîra Birînê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Fatma Savci şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz