Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Fatma Savci

Fatma Savci

2 görüntülenme 0 beğeni
Di tengava gerdûnê de lavlavka bêrîkirinê û destên şeva qutbê yên ji zembelîlkê Li stûyê wê herbilî ne, Razên wê di mêrgê de berxên li ber kêrê ne. Xewna ku keçkaniya xwe tê de dilorîne ne ji dara Gûhîjê ye, Tilîkên wê yên ji tirhên dêliyan Di geryana miştaxeyekê de rizyan e. Dîsa jî deyndara pîreke deqandî ye, Raperîna nifşekî di Denê şerabê de meyandiye Xwe li heft qatên binê erdê çembil bi çembil neqişandiye. Ma çi bike, ne ew keçika çîrokê ye Zêrka Zêra hespek ji axa sor jê re çêkiriye Nikare ji êgir sêwî bimîne Loma ye parzemîna rojhilat wek hûteke heftserî Li nava xwe dihewîne… Baş e ku xwe li bihuştekê berze nekiriye, Marekê neynika xwedê bi heriyê seyandiye û ew di sêveke şîn de razandiye. Rihê wê bi çûkan re ye, Her êvar Teyrekî li qafê çiyê xwe pê ve gihandiye Jixwe ne giyayê bêmirinê , lê libeke Hinarê bexşî wê kiriye, Na ne ji tama sêvê û xwarina hinarê ye, Wê ji berê de zanîbû ku bindestî eyba wê ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Fatma Savci şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz