Bi şevê,
li ber lempeyê malên Mêrdînê,
bahozek dest xedar
ez bi xwîna birayan şûştim...
û kevira
di neqrikê neqşan de
veşartim ez...
Stêrika,
bi qelema xenîma
giriyê xezalan xêz kirin
li zeniya min...
û xwedayê kendela
ji berê de,
li eniya min nivîsîbûn
ku ezê rojekê
bircan li ber xwe bigrim
û li deşta qoserê
bi simbilê genima re
ya ezê xwe ji serî heya binî
bi şewitînim
yan jî ezê xwe bi,
kûlîlkê nîsanê re
her dan biwelidînim...
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Fatma Savci şiirlerine dön