Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Fatma Savci

Fatma Savci

2 görüntülenme 0 beğeni
Qey dive di ber pişta her xeyala me de, şurekî destik sor hebe? Ev çend qirn in, em hilgirên xewnên kiras zêrîn in, bi biskên xwe yên badayî, uçkên xwe yên girêdayî gav bi gav na, mirin bi mirin, destên me li ser hewara birînê, bi çemekî rewa ve dilezînin... Dêhnê xwe bidiyê, em li hêviyên kesk naşikînin, wan yek bi yek, wek sondeke nejibîrkirî, bi stuyê beza xwe ya xezalî ve dijidînin... Em dilên xwe yên tî bi xeyalên xwe yê rubarî hênik dikin, bêarê heyatê ne, berxwe nakevin, her carê, li xeyalên xwe yên gulîstanî diterpilin... Tişt nabe, Bejna me qendîleke pêketî ye, li vî kendalî, bi giriyê dilobêjeke gundê çiyayî û emrê pirpirîkê re dibuhure... Dilo! Ku nêrgiz vê berbangê li me nehilin, û ezman bi rondikên xwe yên zelal, li ser pelên spîndaran, neynikeke zîvîn, ji ruyê me yên qemer re çênekin... loma neke, Naxwe vîjdan, dîlê kaniya helbesteke şaş e, û bizane, em di bin barana xwîna straneke kîndar de ne. Li ser rihê zemên, ji qedera me re, ayetên hezar enfalan xwendine, Na! qurbana te, hibra jana xwe tevî suretê reşbîniyê neke, noqî bîra radestiya mirinê nebe, li ber şêmuka vî deriyê deryayê, xwîna çiyê ji min qut neke...

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Fatma Savci şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz