Min ji keviya rojê
tu dayî hev.
ji qalçîçekê nava xewnan!
ji baskê weşiyayî
yên çûkên berfê.
min tu
ji êşa birîna,
ji kûr kûra girî
û ji germiya besimînên xwe
tu dayî hev.
Ez geliyekî tenha
tu avek bê pêjin bûyî
li paşila min...
stranek bûm ez
tu jî awaza wê yî dilovan.
Ez Kurdistanek li newala qesaba,
tu Agîdê wê bu yî cêwîkê min...
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Fatma Savci şiirlerine dön