Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Fatma Savci

Fatma Savci

2 görüntülenme 0 beğeni
Jarê gidyanê, şengesiwara li ser hespê niyazê Riyan di sahra û deryayan de pîr dike, Nagihîje perwazeya xwe ya şikestî Bi destên Zimrûdî yên birînpêçekê derman bike. şopa xwînê riya wê bi gundekî çiyê dixe ”Xwedê yek e dergeh hezar in” dibêje Kebaniya li ber tifikê û memika xwe ya çepê dixe devê Karikekê. Keçik xwe di pişta birînê de venaşêre Bi beza xwe ya rehwanî çemê geliyekî li ber xwe dibe li asoya xwe suretê eşqiyayekî nîgar dike û bêrîkirinê di xeyala gihiştinê de aş dike. Ji dûr ve dibîne ku birîndarê wê Serî li ser kevirekî Pişta girêdayî vedike û xwe ji çûyinekê re şiyar dike Keçik ji kerban wek çavên stêrikeke dur diricife Mîna gulleyekê ber bi birîndêr ve dipeke û bi zimanê dilobêjekê jê pirs dike: te ez ji şûtika xwe jî dawerivandim niha tu yê lêva birîna xwe bi çi şil bikî? çavê birîndêr li ruyê wê wek heyvekê diberiqe Besimîneke ji gul û kulê li ser lêva wî ya jêr bel dibe û xwe radestî perên ewran dike. Keçik bi ber himêza xwe ya vala nakeve, Lê heyirî dimîne bê çima firîn ewqasî li kuştiyê wê tê.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Fatma Savci şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz