Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Fatma Savci

Fatma Savci

2 görüntülenme 0 beğeni
Piştî lehiyê pêlek li perava çîrokê dide Dengê şîmşalê ji cezweyê qehwê tê Zeriyek ji pêsîra xwe ya çapê dilekî bi çembilk Ji dêvla fincanê li ser tepsiya zêrîn bi cî dike. Wê qasek din tepsiyê li ber çelengên êlê bigerîne, Zane ku kî destên xwe ber bi wê fincana sor î sosinî ve bibe bi qupa pêşî ya qehwê re, barê welatekî ku xezala li ber devê gur e li xwe bar dike û derî li mirina xwe û xwestiya xwe vebike. Dibîne ku dilê wê zeriyê liyan e, Li pey çingîniya şûran ber bi girê Leylanê ve diherike Pêçiyên xwe yên zer î zeytûnî li Gola Xatunê bi kula bendewariyê ve jibîr dike. Bisk û kezî Zilf û xalan di hewariya destanê de biêgir dixe û dilobêjeke bi gulik û rêşîk ji delaliyê malê re Têrî heft qiyametan bi awaz dike. Keçik bi şîna vê zeriyê Li qelaçekî dur bi edrê dikeve, Piçek şima û kespikek jî nîn e ku bi eniya xwe ve bike. Tiştek bi destên wê ve nayê. Kulavê xwe yê dawî dide destê Edûlekê Da ku di taya mirinê de siwarê Gogerçînê di nav de bipêçe û rihê xwe di laşê birînê de ber bi bê neêxîne. Giyana xwe ya ji ber eşqeke kuştî mayî Li binê konê Kîkan û Mîlan Li ber tifika cezweyê qehwê Wek berxika salê dimexelîne. Fam dike wê tu caran bi ser xwe ve nebe Hîna riya wê dûr û birîna wê dilopekê li xwe kêm nake, Hê ku siya dara Tu yê nedayî ser Kwînêra wê Divê ji xwîna çîrokekê ber bi ya din ve koçemal bike. Na, ew ber bi Edûlê jî nakeve Ji dêvla ku ew ê li ser kêla miriyekê navekî erebî û bûkek perik şikestî be, minêkar e li ser deriyê Laleşa Nuranî Mareke reş û wekîla silava pîroz be…

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Fatma Savci şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz