Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Fatma Savci

Fatma Savci

2 görüntülenme 0 beğeni
Ew strana te ji çiya re xwendibû dengêni li mirinê Zanim bayê şîn li te tê , li wê sertarê çiyê , xwîn bû co, ez sexî nakim te destevala bihêlim Hespa te ya gewreboz li ser kaniyê ma bi heyvê re, sebra min bi dengê bilûrê tê, wexta meyla te dikim, newe niha qelsemêr li şêwrê ne Dilê xezalan kêl in ji goran re, bûkên salê piştê dispêrin qama tivingê û êvaran bi dizika dibişkivin ji wan kulîlkên Behîvê. Welat di pêsîreke teng de ye, nizam tiştekî din bikim, ji dervî ku beşera xwe li eşqê xweş bikim. Li ser xwîna te di xew re naçim, bayekî nedeykirî me, dûrîdest im li axir zemanan. *ji pirtûka wê hatiye deşîfrekirin **Danê Baranê, r: 46, Avesta, 2018

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Fatma Savci şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz