Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Fatma Savci

Fatma Savci

2 görüntülenme 0 beğeni
Ku niha em neçin tewafa Vî çiyayî, Ocaxa van şikeftên ji dapîra mayî Wê kîjan hec xêrê li me bike Kîjan welat, Neqebên xwe ji me re veke? Wê kalikên me, çend bihuştên din, diyariyî me bikin? çaxê reza betal bû, ji min dûr neçe, çirayê vemirî dibêjin: Wextê kuştina te ye, li vê deverê... Gazinan neke! Em dikarin hinekî din, birîna xwe, bi şîr û hingiv xwedî bikin. çavên wê, bi jan û girî têr bikin. Ku em li xwe netewin, Bi bîra birînê danekevin, Em ê bi kîjan destê hezkirî, Zarokatiya xwe ya belavkirî, Ji van geliyan, Ji van zeviyan, Deste bi deste Bi beybûnan re bidin hev?

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Fatma Savci şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz