Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ezîz Xemcivîn

Ezîz Xemcivîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Vegeriyam, buhar li şahiya şevînê vegeriya! Vegeriyam, bi hevdîtinê re minminîk li ser kulîlkên kenê me civiyan! Vegeriyam, sîwana mazûvaniya dîlber keleha aramiyê bû! Dîsa çav bûn hevsî diaxifin, çîrok û pêkenokan ji hev re dibêjin. Melevaniyê di bîranênên kevn û nû de dikin! Vegeriyam, roj bi min re vegeriya. Firindeyên zimanan şiyar bûn. Govenda gotinan li civanê me geriya! Vegeriyam, hilm li cîrazên hevûdu keliyan û çikçikoyên awiran, di bîbîkên çavan de beziyan. Vegeriyam, nêrgizên tiliyan li baxê dastdanê rûgeş bûn. Me cejna evînê di vê pêrgînê de pîroz kir! Pîroz be, hêlîna libendemayînê pîroz be. Qulingê rêwî bi firê negihişt! Cîwar xaka dilê te ye, pîroz be, hemû werzan li te pîroz be! 30.06.2006

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ezîz Xemcivîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz